HABER MERKEZİ- Bîranîna endama Meclîsa PAJKê, Tekoşîn Ozan, bi Rêber APO re
“Navê min Tekoşîn Ozan. Ez di sala 1992 de, tevlî bûm. Ez derbasî Botanê bûm, dema ez tevlî bûm. Di Payîzê jî, dema min perwerdeya bingehîn dît, hevalan piştî wê ez şandim akademiya Mahsum Korkmaz. Ez derbas bûm, lê tabî min tevger baş nasnekir. Ji ber ku piranî tevlîbûnên wê çaxê, tevlîbûnên li ser esasê serxwebûn û azadiya Kurdistanê bûn. Yanî tevlîbûnek li ser esasê welatparêziyê. Ji ber vê yeke jî, partî ji hêla bîrdozîk ve, wisa naskirin, pir nînbû. Rojekê, em hemû di odeyekê li benda Rêbertî bûn. Bi rastî jî qelebalix bû. Min dît derî vebû, û herkes rabû ser piyan. Em hemû rabûn û darbeyek heycanê li me da. Çawa
ku Rêbertî hat hundir, hemû pêşderaziyên min, yanî “texmînên” min, ku bi tene Rêberek “siyasî” ye, ji deqîqeya yekemîn ve hatin guhertin. Ji ber ku Rêbertî çawa ket hundir û got “Merheba” wisa bi enerjiyek mezin, hewayê odê hat guhertin. Tevgerên wî pir bala min dikşandin. Rêbertî, tek tek her hevalek silav kir û dahûrandin destpêkirin. Piştî ku xilas bû, li ber maseyek biçûk rûnişt, ji bo ku hevalan jî nas bike, pirs dikirin. Piştî pirsan, hevalan fêkî anîn. Heval jî, fêkî danîn pêşiya hevalan. Hindek hevalan ji heycanan, şerm dikirin, lê belê Rêbertî israr dikir û digot “Bixwin!” Yek bi yek kontrol dikir, ka kî dixwe, û kî na. Ji yê ku nedixwar re jî, digot “Tu bixwe!” Bi xwe jî dema ku dixwar, min dît ku bardaxek heye, li kêleka fêkî. Ew bardaxek asayî yê avê bû. Min dît dema ku Rêbertî bi xwarina fêkî xilas bû, carekê peçeteyek rakir, kir 2 parçe, yanî qatek wê rakir, xist nava ava ku wê vexwariba, û bi wê peçeteya şil, destên xwe paqij kirin, û bi qata din a ziwa, destên xwe ziwa kirin. Û ew bardaxê avê jî piştre vexwar. Ez ji xwe re destpêkê fikrîm “gelo imkanên hevalan nînin?” Piştre min di şexsê Rêbertiyê de dît, ku her tişt qîmeta xwe heye û ger tiştek madî jî be, bi baldarî tê bikaranîn û qasî ku pêwîst e, tê bikaranîn. Bêgûman, tiştên pêkenok jî dihatin pirs kirin. Tê bîra min hevalek ji Ewrûpa tevlî bû, bejna wî pir dirêj bû, Rêbertî pirs kir “Navê te çi ye?” Ew heval rabû, û carekê de pir xwêdan da. Rêbertî xwest wî kêmek rehet bike. Rêbertî got “Heval, mendîl pêşiya te ye, yekê bigre û xwêdana xwe paqij bike.” Ew heval bi rastî jî hingî heycan girt, xwest mendîlekê bigre, lê ji ber ku destên wî dilerizîn, dema yek kişand, hemû mendîlên din firiyan. Rêbertî jî bi ken digot “Yek heb, yek heb, ne hemûyan!” Yanî di rastiya Rêbertî de, me dît ku hem espirî hem jî cidîyet di hevsengiyek pir xweş de ne.
Carekê me pirtûka “Çawa bikin” a Çernîçevskî dixwend. Ev pirtûk pir hêmanên rewşa ku jin jiyan dike, lêpersîn dike, ji hêla sosyalîstekî ve. Rêbertî carekê bi şev, ji nîşkê ve kete hundir, em jî 4-5 hevalên jin runiştî bûn. Hat, got: “Hûn çi dikin?” Me jî got ku em pirtûka “Çawa bikin” dıxwînin. Rêbertî got: “Peki, em çawa bikin?” Em jî wisa sekinîn, ji ber em hîna nehatine wê astê ku bikaribin bersiv bidin. Rêbertî carekê de got “Em bi şeklê we destpê bikin.” Rêbertî li ser esasê “pîvanên xweşikbûnê” axivî û pergal vana çawa dide ferz kirin, nirxandin kirin. Me xwe ji wir şûnde lêpirsîn dikir. Ji ber me wisa şoreşgertî fêm dikir: Heçkû şoreşger, pêwîst e ne “xweşik” be. Yan jî me wisa difikrî ku jinên şoreşger pêwîst e, çiqas ji destê wan bê, ji jinbûna xwe “dûr bikevin” “Estetîka jin pêwîst e ne ji bo zilamekî be, ne jî li gorî zilamekî.” Ji ber vê jî, pir caran porên me kurt bûn. Yan jî pir pir şidiyayî bûn. Rêbertî hat û got “Ma şert e, hûn wisa bikin?” Hat, toqa min vekir û porê min vebû. Rêbertî, şehek biçûk ji berîka xwe derxist, xeta porê min di ortê de diyar kir û porê min şeh kir. Piştre got: “Mêze bike, çi xweş bû!” Ez kêmek matmayî mam, û hemû hevalên pişt Rêbertî jî bi halê min ve dikeniyan. Ji kenan, digiriyan.Min jî destê xwe xist ser porên xwe ji bo ku kom bikim û Rêbertî got “Tu çima wisa dikî? Berde, wisa xweşik e.” Li min mêze kir û got: “Tekoşîn, em te wisa bibin akademiyê, çawa ye?” Ez matmayî mam, yanî çawa ez ê bi vî halî biçim akademiyê?
Min nezanî ez çi bêjim jî. Rêbertî jî her digot “Çima yanî? Ma çi buye! Tu niha wisa biçî, wê çi bibe? Ma şoreşgertiya we, wê biçe?” Hevalên din jî hîna dikenin. Rêbertî pora 2-3 hevalên din jî guhert. Me piştî vê rojê, lêhûrbûn kir û fêm kir ku armanca Rêbertî bi vê yekê ew bû ku, diyar bike, ku estetîka jin pêwîst e ne ji bo zilamekî be, ne jî li gorî zilamekî. Yanî xweşikbûna jin pêwîst e ji bo xweşikbûna jiyanê be. Me ev fêm kir.”