REQA- Duh danê êvarê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Kantona Reqayê û Yekîtiya Jinên Ciwan bi hev re bi meşeke meşaleyî bi boneya salvegera Hefteya Qehremaniyê li dar xistin. Ciwanan di tevahiya meşê de pankartên ji bo Rêber APO vekirin û dirûşmeyên “Bijî Rêber APO” û “Şehîd Namirin” berz kirin.
Meşa ku ji Çerxa Xazîme destpê kir heta Qada Siloyan berdewam kir. Li vir ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Paşê li ser wate û girîngiya rojê li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger ji aliyê Berpirsa Jinên Ciwan ên herêmên rizgarkirî Leyla Kobanê ve axaftinek kurt hate kirin.
Di axaftina bi zimanê Erebî de hat gotin, “Em îro di şexsê fermandarê mezin ê şehîd Egîd de ji bo bîranîna şehîdên Hefteya Lehengiyê hatin gel hev. Hebûna ciwanên Şoreşger û têkoşîna îro têkoşîna bigihêje armancên xwe û ji bo azadiya Rêber APO û hebûna Şoreşa Bakurê Kurdistanê ye. Em weke endamên Ciwanên Şoreşger ên Efrîn Reqa û Şehba îro bi hev re amade ne û em ê hemû êrîşan pûç bikin.”
Meş bi dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî Serok APO” bi dawî bû.