RIHA – Meclîsa Ciwanên Riha ya DEM Partiyê ji bo meşa ji Amedê ber bi Amarayê ve bi dirûşma “Em bi civaka demokratîk ber bi azadiyê ve dimeşin” ku wê di navbera 1-4’ê Nîsanê de destpê bike, banga tevlîbûnê kir.
Meclisa Ciwanên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) ya Rihayê ji bo meşa ku di 1-4’ê Nîsanê de ji Amedê heta gundê Amara ya navçeya Xelfetî (Helfetî) ya Rihayê bi dirûşma “Em bi civaka demokratîk ber bi azadiyê ve dimeşin” li dar bixin, daxuyaniyeke çapemeniyê dan.
Di daxuyaniyê de li ber mala ku Rêber APO lê ji dayik bûye pankarta “Bi Rêbertiya azad re ji bo Kurdistana azad” hate vekirin. Seyît Ahmet Şahîn li vir daxuyanî da û diyar kir ku ew bi berpirsyariyeke dîrokî ketin rê.
Şahîn got, “Li van xaka ku Rêberê gelan Abdullah Ocalan lê hatiye dinê, em piştgiriyê didin banga wî ya civakeke demokratîk. Em weke ciwanên endamên meclîsa ciwanan a partiyê li pişt vê bangawaziyê disekinin û piştgiriyê didin têkoşîna wî.
“Em îro li Amarayê careke din baweriya xwe ya bi têkoşîna civaka demokratîk radigihînin. Tecrîd ne çareserî ye, berovajî wêrankirin û tunekirinê tîne! Em ciwan dibêjin ku aştî û demokrasî tenê bi azadiyê pêkan e û em ê di vê rêyê de gavên xwe biavêjin. Em îro daxwaza xwe ya têkoşîna azadiyê ji bo Rêberê gelan Abdulah Ocalan û hemû gelan bilind dikin. Em bang li ciwanên Kurd ên welatparêz dikin ku ji Amedê heta Amarayê bimeşin.”
Piştî daxuyaniyê girseya gel bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok APO” berz kirin. Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.