HESEKE – Îro danê êvarê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li bajarê Hesekê ji bo bîranîna şehîdên Hefteya Qehremaniyê (ji 21’ê adarê, roja şehadeta Mazlûm Dogan heya 28’ê adarê, roja şehadeta Mahsûm Korkmaz, şehîd Egîd) û nûkirina soza xwe ya tekoşînê meşekî meşeleyan li darxist.
Bi dehan ciwanan li ber çerxereya Dêrê kom bûn û meşele, al û pankartan hildan. Ciwan bi coş meşiyan û sloganên “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Berxwedan Jiyan e” berz kirin.
Di dawiyê meşê de deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan hat rawestîn. Piştî wê li ser navê Ciwanên Şoreşger axaftinek hat kirin. Di serî de berxwedana şehîd Mazlûm Dogan û şehîd Egîd hat bibîranîn. Her wiha, tekoşîna Rêber Apo û berxwedana şervanên QSD li Tişrîn û Qereqozaq hat silav kirin û hat diyar kirin ku Ciwanên Şoreşger wê heya dawî bi wan re bin û ku ew jî slogana “Berxwedan Jiyan e” ji xwe re esas digirin.