ŞENGAL – Wek tê zanîn di 18’ê Adarê de nameyê Rêber APO ku ji bo gelê Êzidî nivîsandibû hat parve kirin. Bi boneya rojbûna Rêbertî îro li navenda Şehîd Pîr Çeko a Dihola endamên YCÊ (Yekitiya Ciwanên Ezîdxan) ev peyama Rêber APO ku ji bo gelê Ezidî nîvisandiye xwendin. Piştî xwendinê ciwanan di derbarê peyama Rêber APO de nîqaş kirin. Di pêyamê de Rêber APO silavê xwe ji têkoşîna civaka Êzidî re rê dike û ev bûye cihê keyfxweşî û coşekê mezin ku ciwanan di nirxandinên xwe de anîn ser ziman.
Her wiha piştî xwendinê Endama YCÊ Helîma Şengalî di derbarê peyama Rêber APO de ji ajansa me re axivî û wiha got : “Wek gelê Êzidî em ji vê peyama Rêber APO pir keyfxweş in û serbilind in. Di vî wextê ku niha gelê Şengal li ber xwe dide û tekoşîn dike, ji bo me pir giring bû. Ji ber ku li 2014’an de ên ku Êzidiyan ji qetlîamê xilas kirin şagirtên Rêber APO bûn. Pêyama ku Rêber APO ji me re şand dibêje; “Nasnameya xwe biparezin, dîroka xwe biparezin, nahelin bêtir ferman ser we de bên, bibin xwedî hêz, xwedî îrade.” Bi rastî ev serkeftinekê herî mezintir bû ji bo gelê Êzidî. Wek jinên ciwan, wek ciwan, heta ku em Şengal azad nekin, heta ku em nebin xwedî hêz, xwedî îrade, emê berxwe bidin û em ê xwe li ser fikir û felsefeya Rêber APO perwerde bikin, xwe rêxistin bikin”.