DÊRAZOR- Duh êvarê bi boneya salvegera Hefteya Qehremaniyê li navçeya Hecîn a Dêra Zorê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger meşek meşaleyî hat lidarxistin. Li gel ciwanên Dêrezorê gelek şeniyên herêmê jî beşdarî meşê bûn. Di tevahiya meşê de ciwanan bê navber dirûşmeyên “Bijî Rêber APO” û “Şehîd Namirin” berz kirin û alên Rêber APO rakirin.
Piştî meşê li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.
Di daxuyaniya ku bi zimanê Erebî hate dayîn de ev tişt hatin gotin: “Em îro di şexsê fermandarê mezin ê şehîd Egîd de ji bo bîranîna şehîdên Hefteya Lehengiyê hatin cem hev. Hebûna ciwanên Şoreşger û têkoşîna îro ji bo azadiya Rêber APO û hebûna Şoreşa Bakur û Rojhilatê Suriyê ye. Wek ciwan me ji şehîdên xwe re soz daye emê têkoşîna xwe li her qadê xurtir bikin, em ê li ser şopa şehîdên xwe bimeşin û xeyalên wan pêk bînin.”
Meş bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok APO” bi dawî bû.