QAMIŞLO – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên Qamişlo şehîdên Hefteya Qehremaniyê bi meşekî bi bîr anîn.
Meş ji Çerxerêya Efrînê dest pê kir û ber bi Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan ve bi rê ket.
Li wir endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen axivî û şehîd Mezlûm Dogan û Masûm Korkmaz (şehîd Egîd) û hemû şehîdên Hefteya Qehremaniyê bi bîr anî.
Mihyedîn Hesen soza şopandina rêya şehîdan da û got: “Bi rihê Hefteya Qehremaniyê, emê îxanet û dagirkeriyê têk bibin.”
Çalakî bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bi can, bi xwîn, em bi te re ne, ey şehîd” bi dawî bû.