TEBQA- Li Tebqayê endamên Komîteya Erka Xweparastinê ya girêdayî Tevgera Ciwanên Şoreşger bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re tevdîrên ewlehiyê digirin da ku beriya Cejna Remezanê rê li ber pirsgirêkên ewlehiyê bigirin.
Bi nêzîkbûna Cejna Remezanê re girseya li bazaran zêde dibe, Tevgera Ciwanên Şoreşger a navçeya Tebqayê bi koordîneya Hêzên Ewlekariya Hundirîn noqteyên kontrolê li bajêr ava kirin da ku ewlehiya bajêr pêk bînin.
Bi mebesta dabînkirina ewlehî û asayîşa giştî ya herêmê û piştevanîkirina hêzên ewlekariya navxweyî, ji destpêka meha Remezanê ve noqtayên kontrolê li ketin û derketina bajêr hatine danîn. Ciwan bi awayekî aktîf beşdarî xebatên xweparastinê û ewlekarîyê dibin ji bo pêşîgirtina li her bûyereke ku bandorê li şêniyên bajêr û ewlekariya bajêr bike.