KOBANÊ- Bi boneya nêzîkbûna cejna Remezanê û 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber APO Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê li Navenda Çand û Hunerê şahiyek li dar xist.
Şahiya ku ji bo zarokên şehîdan hat lidarxistin amadebûna endamên saziyên Rêveberiya Xweser û malbatên şehîdan pêk hat.
Piştî rêzgirtinê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Rodîn Mihemed 4’ê Nîsanê li malbatên şehîdan û gel pîroz kir û got: “Em ê her tim fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bişopînin.”
Piştre Koma Hîlala Zêrîn stran û şano pêşkêş kirin. Di dawiyê de diyarî li zarokan hatin belav kirin.