NAVENDA NUÇEYAN- Ji pênûsa Renas Evelan
“Felsefeya Rêbertî jiyana Rêbertî bi xwe ye. Rêber Apo şoreş û zayîna ku di xwe de çêkirî bi hemû mirovahiyê re parve kir û rêyeke nû pêşkêş kir. Rêber Apo dibêje: Min tûrikek ji dîrokê da pişta xwe. Di vî tûrikî de çi heye? Mîrateya mirovên egîd û camêr heye. Xwedî derketina çanda jin dayîka xwedawend û qêrîna wê ya hezarê salan heye. Hezkirina mirov û xwezayê heye. Di vî tûrikî de dahatiyek tijî êş a civakê heye. Dîsa serhildan û berxwedanî heye. Em dibêjin Rêbertî, lê Rêbertiya çi? Rêbertiya azadî û heqîqetê. Ev feraset di Rêber Apo de bê dawiye. “Wê wisa neyê jiyan kirin” Rêber Apo bi vê dest bi lêgerîna azadî û heqîqetê kir. Dema mirovek bêje wisa nayê jiyan kirin, ev pirs derdikeve holê: Em çawa bijîn? Dema ev pirs pêşket û şûnde lêgerîna rastiyan derdikeve holê. A rast, a baş çi ye ev milê felsefeya etîk destnîşan dike. A xweşik çi ye ev jî milê felsefeya bi awayekî îdeolojîk tijîkirî û kir rêgezek bingehîn a bîrdoziya azadiya jin Rêber Apo ye. Dîsa dîrok, huner wêje û zanista ku ne li gorî rastî û berjewendiyên civakê ne red kir. Her redkirinek, ne pejrandinek, Rêbertî lêgerîna rêyeke alternatîf pêşxistiye.
Pergala heyî û di nav de pêkhateya netew dewlet di cewherê xwe de dijî civvakê ye. Çi bi darê zorê çi jî bi warê îdeolojîk de bi exlaq û wijdana civakê dilîze û bi vê re jî wê bê politîka dihêle, yanê qadên ku civak tê de xwe bi xwe bi rêve bibe tîne wê astê ku namîne.
Em binêrin di seranserî cîhanê re pareznameyên Rêber Apo deng vedane, ji ber her nasnama bindest xelasiya xwe di fikrê Rêber Apo de dibînin. Çi jin, çi ciwan, çi netew û baweriyên cur bi cur ên ku azadî û wekheviyê dixwazin xwe li ser vê esasê rêxistin dikin. Manefisto tê wateya neqşe rê, di nav de îdeolojî, stratejî û paradîgma dihewînê. Bi van re girêdayî li hember pergala şaristaniya sermayedar alternatîf e. Emê her bi vê zanebûnê pareznameyên Rêbertî bixwînin, hewil bidin fêm bikin û li gorî vê jî tevbigerin. Pareznameyên Rêber Apo şoreşa zîhnî armanc dikin. Weke insan nasîna xwe bi xwe re bi gerdûnê re armanc dikin, bi hestên pak û xweşik jiyaneke rast û xweş pêşkêş dikin.
Pareznameyên Rêber Apo mirovên çalak ava dikin û pêngavan didin destpê kirin. Bi taybet du nasnameyên bindest ên ku di heman demê de pêşengên civakê ne, yanî jin û ciwanan de, lêgerîna azadiyê dide destpê kirin. Lewma di nava pergala qirêj a modernîteya kaptalîst de ciwanên Kurd çi red bikin û çi bipejrînin bi pareznameyan zelal û şênber dibe. Dîsa çand û nasnameya Kurd ku dihat înkar kirin bi tekoşîn û keda 50 salî zêdetir bi xwe re encamên tijî nirx ava kir. Di gel de ferasetek, cewherekî azadiyê pêşxist, dîsa ev ked û tekoşîn bîrmendiyeke tolhildanê di ciwanan de pêşxist. Ev milên kesayetê ku werine xurt kirin. Ên ku armanc û doza wan mezin bin pêwîste tekoşîna wan jî mezin be. Dîsa ên ku li peyî şopa heqîqetê ne wê di fikir û jiyana Rêber Apo de sosyalîstiya rasteqîn bibînin.”