KOBANÊ – Îro li bajarê Kobanê bi boneya cejna remezanê malbatên şehîdan û gelê welatparêz serdana goristana Şehîd Dicle kirin.
Bi dehan kes li goristana Şehîd Dicle ya li gundêwarên Hesekê kombûn û bi vêxistina mûman li ser hemû gorên şehîdan, şehîdên şoreşê bibîranîn.
Di sibeha cejna remezanê de wê carekî din gelê bajêr serdana goristana şehîdan bike.