NAVENDA NUÇEYAN- Ji destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmehê (2012) ziyaretkirina goristanên şehîdan di sibeha cejnan de bûye ayîneke pîroz ku di nava xwe de weteyên dilsozî û xwedîderketina li şehîdên îfade dike.
Bi boneya Cejna Remezanê, şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji saetên serê sibehê ve serdana goristanên şehîdan kir.
Şênî li goristanên şehîdan ji aliyê malbatên şehîdan, fermandarên hêzên leşkerî û ewlehî ve hat pêşwazîkirin.
Şêniyan kulîlk danîn ser gorên şehîdan, şêranî li zarokan belav kirin û cejn li hev din pîroz kir.
HESEKE
QAMIŞLO