NAVENDA NUÇEYAN- Meşa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) a ji Amedê heta gundê Amara ya navçeya Helfetî ya Rihayê bi boneya 76’emîn rojbûna Rêber APO lidar xist, polîsan meşvanên Amara asteng kirin. Girseya ku bi dirûşma “Em bi civaka demokratîk ber bi azadiyê ve dimeşin” hat lidarxistin, ji ber pankarta “Roja ku ji Amarayê zayîn bû li Îmraliyê hiltê” ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.
Meş bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” bi derbaskirina astengiya polîsan berdewam kir.