TÎŞRÎN- Gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo parastina Bendava Tişrînê û herêmê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ji 8’ê Çileyê ve di nobedariyê de ne.
Duh karwaneke gelê kantona Tebqa, Dêrazor û Reqayê gihîşt bendavê tev li çalakiyên parastina bendavê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bû.
Bê navber çalakiyên berxwedana û parastina bendavê di roja 86’an de didomin. Nûçegihanê me ku li herêmê bû, diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bendavê hê jî gelekî dijwar in.
Welatiya bi navê Meryem El-Ebd a koçbera Efrînê û endama Tevgera Ciwanên Şoreşger ku li bendavê nobeda xwe digre ji ajansa me re axivî û hestên xwe yên li ser berxwedanê parve kir.
“Em ji bo hêzê bidin hevrêyên xwe yên li eniyê hatin ber bendavê. Em li bendavê li dijî dijmin li ber xwe didin. Navê vê bendavê bûye Bendava Şehîdan. Em ji hemû hevrêyên xwe yên li eniyê re, ji QSD, YPJ, YPG û Hêzên Rizgariya Efrînê re serketinê dixwazin. Tevî ku em ê ji bendavê bi ser bikevin, bi moral û bi serkeft3i em ê vegerin Efrînê.”
Li aliyê din tevî hemû êrîşan jî moral û motîvasyona gel bilind dimîne. Di danê êvarê de gel hatin gel hev û bi stran û dirûşmeyan li dora agir govend gerandin.