NAVENDA NÛÇEYAN- Meşa ku ji bo pîrozkirina 76’emîn rojbûna Rêber APO ber bi navçeya Xelfetî ya Rihayê ve diçûn ji aliyê cendirmeyan ve di ketina navçeyê de hatin astengkirin. Jendermeyan di ketina Xelfetî de barîkat danîn û rê li ber derbasbûna meşa Amarayê jî girtin.
Girseya ku di nav de ciwanên ku di 1’ê Nîsanê de ji Amedê ber bi Amarayê ve meşiyan, li hemberî barîkatan bi saetan bi qîrîna dirûşman û govendê li ber xwe dan.
Bi hezaran kesên ji Dîlok, Botan û Rihayê li dijî rakirina barîkatan dest bi meşê kirin. Girseya gel û ciwanên ku ji aliyê jendermeyan ve bi ava şid û gaza îsotê êrîş kirin, bi dirûşmeyên “Bijî Rêber APO” bersiv dan.
Li herêmê bendewarî berdewam kir, ji ber gaza rondikrêjê hinek kes ser hişê xwe çûn.