HESEKE – Bi boneya 4’ê Nîsanê, rojbûna 76’emîn a Rêber APO, Yekîtiya Jinên Ciwan li baxçeyên malbatên şehîdan ên bajarê Hesekê şitlê darê û gul çandin.
Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan al û weneyên Rêber APO hildan û serdana malbatên şehîdan kirin. Di baxçeyê malan de jinên ciwan û dayîkên şehîdan bi hev re şitlê darê û gul çandin.
Li her aliyên Kurdistanê û li gelek deverên cîhanê ji bo nîşandana zindîbûna gelan ê bi rojbûna Rêber APO re çalakiyên dar çandinê di 4’ê Nîsanê de tên lidarxistin.