MEHABAD- 76’emîn rojbûna Rêber APO li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê jinên ciwanên endamên Katê Tolê û jinan ve hat pîrozkirin.
Jinên ciwan û jinên ku li hev kom bûn bi şitlên ku çandin 4’ê Nîsanê pîroz kirin. Jinên ku bi cil û bergên xwe yên gelerî beşdarî pîrozbahiyê bûn, bi stranan demeke dirêj govend gerandin.
Pîrozbahî bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.