NAVENDA NÛÇEYAN- Rêber APO ku nameyek ji ciwanan re şand, diyar kir ku meşa ciwanan meşa ber bi azadiyê ve ye û got, “Hûn ê li her derê rêxistin bikin, li her derê hûn ê xwe bi rêxistin bikin.”
Meşa Ciwanên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) a ji bo 76’emîn rojbûna Rêber APO di roja xwe ya 3’yemîn de ye. Ciwanên ku di 1’ê Nîsanê de ji Amedê ber bi Amarayê ve meşiyan, tevlî Festîvala 4’ê Nîsanê ya li navçeya Xelfetî hat lidarxistin bûn.
Di festîvalê de peyama ku Rêber APO ji ciwanan re şand bi raya giştî re hate parvekirin.
Peyama Rêber APO wiha ye: “Nîsanê ji bo min ronesans e, ji nû ve zayînê ye. Meşa ciwanan meşa ber bi azadiyê ve ye. Meşa ber bi azadiyê ve watedar e. Ez her diçim ku xwe birêxistin dikim. Dema ku ez diçûm dibistanê komeke min hebû ku bi min re tevgeriya. Bi vî rengî civakbûyîn pêk tê. Ji zarokatiya xwe ve civakbûyîn tê wateya sosyalîzm. Bi vê têgihiştinê re tê gotin ku birêxistinkirina karê herî girîng e, ji ber vê yekê hûn ê li her derê xwe bi rêxistin bikin.
Sosyalîzm tê wateya civak, komunalbûyîn. Sosyalîzm tê wateya civakbûnê. Divê li Kurdistanê siyaset bi vê têgihiştinê bê meşandin. Ji vê re dibêjin siyaseta komînal, sosyalîst. Ev yek bi rêxistinbûnê dikare pêk were. Rexistinkirin karê herî girîng e. Ger hûn nekin, ez ê we gelek rexne bikim. Ji ber vê yekê hûn ê li her derêrêxistin bikin, hûn ê li her derê xwe rêxistin bikin. Ez piştgiriya xebata we dikim û silavên xwe dişînim.”
Peyama bi Kurdî û Tirkî ji aliyê endamên Meclîsa Ciwanan ve hate xwendin. Di dema xwendina peyamê de girseya gel dest bi qîrîna dirûşma “Bijî Rêber APO” kir. Meşale hatin pêxistin û fîşekên hewayî hatin teqandin.. Dema ku peyam bi dawî bû dirûşmeyên “Silav silav ji Îmraliyê re silav” ji qadê bilind bûn. Piştî peyam hat xwendin, ciwan bi govend gerandin.