HESEKÊ- Bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber APO li bajarê Hesekê ji aliyê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ve şahiyek hate lidarxistin.
Bi sedan ciwan di destên xwe de alên Rêber APO li hev kom bûn û bi konvoyek ku li bajêr li dar xistin 76’emîn rojbûna Rêber APO pîroz kirin.
Ciwanên ku demeke dirêj li navenda bajêr geriyan, di rê de bênavber dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “Bê Serok Jiyan Nabe” berz kirin.
Piştî meşê ciwan li dora agir kom bûn û bi stranên şoreşgerî re govend gerandin. Pîrozbahî bi dirûşmeyan bi dawî bû.