KOBANÊ- Bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber APO li bajarê Kobanê ji aliyê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ve pîrozbahiyek hate lidarxistin.
Bi sedan ciwan di destên xwe de alên Rêber APO li hev kom bûn û bi konvoyek ku li bajêr li dar xistin 76’emîn rojbûna Rêber APO pîroz kirin.
Ciwanên ku demeke dirêj li navenda bajêr geriyan, di rê de bênavber dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “Bê Serok Jiyan Nabe” berz kirin û her wiha bi teqandina fişekên hawayî û meşaleyan reng dan pîrozbahiyê.
Pîrozbahî bi dirûşmeyan bi dawî bû.