NAVENDA NUÇAYAN- Bi boneya rojbûna Rêber APO ciwanên rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Helebê li Parka Efrîn a li taxa Eşrefiyê bi beşdariya ciwanên bajêr şahiyek li dar xist.
Di şahiyê de endamê Meclisa Giştî ya Ciwanên PYD’ê Sabir Eros axivî û got rojbûna Rêber APO ji bo gelên aşiqê azadî û mirovahiyê ye mîladek e.
Eros di dawiyê de got êdî pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO nêzîk bûye.
Şahî bi stran û gerandina dîlanan bi dawî bû.