TIŞRÎN- Pîrozbahiyên 76’emîn rojbûna Rêber APO bi coşeke mezin serî de li Kurdîstanê û li gelek qadan didome.
Cihê din ê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê ku rojbûna Rêber APO ye, bendava Tişrîn a keleha Berxwedanê bû. Şêniyên Tebqa, Reqa, Dêrezor û Efrînê yên ku 2 roj berê çalakiya nobedê ji gelê herêma Cizîrê girtin, danê êvarê hatin gel hev û rojbûna Rêber APO pîroz kirin.
Gelê ku li dora agir rawestiya û dirûşme berz kirin, bi coşa xwe careke din dilsoziya xwe ya bi Rêber APO re nîşan dan.
Gel xwest ku rojbûna Rêber APO bibe vesileya bi cîhanek azad û aştiyane. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.