KOBANÊ – Îro 4’ê Nîsanê, rojbûna Rêber APO ye. Weke her sal ev roj li hemû Kurdistanê û li derveyî Kurdistanê weke ‘roja vejîna gelê azadîxwaz’ tê pîrozkirin. Ji bo pîrozkirina rojbûna xwe gelê Kobanê îro şahiyekê li dar dixe. Amadekariyên ji saetên serê sibê ve dest pê kirine.
Festîvala îsal a ji bo rojbûna Rêber APO bi şîara “4’ê Nîsana vejîna Azadiya Jin û Gelan e” pêk tê. Di nav de afîşeke mezin a sehneyê bi wêneyê Rêber APO û dayika Üveyş hatiye daliqandin. Her wiha qada pîrozbahiyê bi wêne û alên Rêber APO hate xemilandin.
Di serî de ciwan û jinên ciwanên Kobanê û sedan şeniyên Kobanê beriya pîrozbahiyê ber bi gundê Elpelurê ve ku Rêber APO di vê malê de hîmê Şoreşa Rojava avêt, rê ketin. Vir de gel mala ku Rêber APO lê maye ziyaret kirin. Ciwan û gel bi coşekî mezin ji bo pîrozbahiya ku li qada Şehîd Agît were lidarxistin amade ye.