HESEKÊ- Pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber APO li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Li bajarê Hesekê danê sibehê bi sedan kes hatin gel hev û bi çandina şitilÊn darê 76’emîn rojbûna Rêber APO pîroz kirin.
Beriya ku şitil bên çandin, li ser navê Kongra Star li ser wate û girîngiya rojê axaftin hat kirin. Di axaftinê de rojbûna Rêber APO li hemû şehîdan, malbatên şehîdan, hemû jin û gelên cîhanê bi taybetî li Rêber APO hate pîrozkirin. Axaftin bi dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.
Paşê bi sedan kesî ji bo jiyaneke ekolojîk û paqijtir rojbûna Rêber APO bi çandina şitilan pîroz kirin.