NAVENDA NÛÇEYAN- Mîlîsên Jin ên Agir û Rojê (MJAR) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kirin ku bi boneya 4’ê Nîsanê 76’emîn rojbûna Rêber APO li Semsûr û Sêrtê bi gelek çalakiyan pîrozbahî li dar xistine.
Jinên ciwan ên ku li gelek nuqteyan pankart daliqandin, fîşekên hewayî teqandin û grafîtî xêz kirin, roja vejîna gelên azadîxwaz û bi taybet gelê Kurd pîroz kirin.