TIŞRÎN- 88 roj e gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina Bendava Tişrînê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, çalakiya nobetê dike.
Nobedarên bendava Tişrînê bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber APO meşek li dar xist û derdora bendavê paqij kir. Nobedaran piştgirî da banga aştiyê ya Rêber APO û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kir.
Nobedarên bendava Tişrînê bi vekirina pankarta “Rojbûna te rojbûna me ye” û bilindkirina wêneyên Rêber APO meşiyan.
Di çalakiyê de Mehmûd Qeremox destnîşan kir ku fikrên Rêber APO îlhama berxwedanê û têkbirina dijminan daye wan. Mehmûd Qeremox anî ziman ku dê heya bidestxistsina serkeftinê şopdarên xeta Rêber APO bin.
Bi navê jinan Cîhan Mihemed jî axivî û got: “Bi rihê berxwedanê û îradeya azad em 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber APO ê ku bûye sembola ramana azad, edalet û wekheviyê pîroz dikin. Bi saya ramanên wî jin ji koletiyê rizgar dibin.”
Piştre nobedaran derdora Bendava Tişrînê û parka wê hat paqij kirin.