ŞENGAL- 4’ê Nîsanê Roja Rêber Apo li Geliyê Kersê yê Şengalê bi şahiyekê hat pîrozkirin. Di şahiyê de hat gotin ku rojbûna Rêber APO rojbûna vejînê ye, rojbûna hemû jin û civakên bindestin.
Bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêber ApPO bi şahiyeke li Geliyê Kersê li Baxçê Serok Apo bi dirûşma ‘Rojbûna Rêber Apo Nûvejîna me ye’ hat pîrozkirin. Cihê şahiyê ku bi sedan kes tevlibû, bi wêneyên Ocalan hatin xwemilandin û bênavber dirûşma ‘Bijî Serok APO’ û ‘Rojbûna te pîrozbe ey Serok APO’ hat avêtin.
Beriya destpêkirina şahiyê nirxandina Rêber APO a li ser civaka Êzidî hat guhdarkirin.
Piştre axaftina vekirina şahiyê li ser navê Koordînasyona TAJÊ ji aliyê Sûham Şengalî ve hat kirin:
Sûhûm Şengalî bal kişand ser peyama dîrokî ya Rêber APO ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û got: “Di 27’ê Sibatê de Rêber Apo bi banga dîrokî xwest pirsgirêkên heyî ji zemînin şer derbasî derbasî zemîna aştiyê bike û ji bo vê bi salan kar û xebat kir. Ev bang bû deriyeke nû . Lê heta niha heta ji aliyê dewleta Tirk ve gavek nehatiye avêtin. Divê hemû jin û civakên bindest ji bo xurtkirina destê Rêber Apo çi ji destê wan tê bikin.”
Piştî axaftina vekirinê Koma Dîlanê ya Stiya Nexşa, Koma Zarokan a Şengalê, Dengbêjî, Koma Bêrîvan a Stiya Nexşa, Koma Çiyayê Şengalê û Koma Penaber a Mexmûrê ku wek mêvan ji Wargeha Şehîd Rûstem Cudî hatibûn şahiya 4’ê Nîsanê, derketin ser dikê û bi stran û dîlanên xwe gel coşandin.
Şahiya 4’ê Nîsanê bi govend, stran û dirûşmeyan bi dawî bû.
Ciwanê Êzidî ku tevlî pîrozbahiyê bibû ji ajansa me re axivî, rojbûna Rêber APO pîroz kir û got, “Eger ne ji hawariyên Rêber APO bûna, em ji komkujiyê rizgar nedibûn. Fikr û felsefeya Rêber APO gelek tişt da me..”