NISÊBIN – Bi boneya 4’ê Nîsanê Ciwanên Welatparêzên Nisêbînê pankarta “Rojbûna te pîroz be Serokê gel” li ser Pira Ahmet Kaya ya navçeya Nisêbîna Merdînê daliqandin. Her wiha ciwanan jî li gelek qadan 4’ê Nîsanê bi fîşekên hewayî pîroz kirin.
Ciwanên Welatparêz jî bi wesîleya rojbûna Rêber APO daxuyaniyeke kurt weşandin. Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:
“Rojbûna Rêber APO ku em weke rojbûna gelê Kurd pêşwazî dikin û wiha digirin dest vejîna Gelê Kurd e , jin, civak, ax, azadî ye. Bêgûman heta em gihîştin vê gavê me gelek bedel dan û têkoşîneke mezin da nîşandan. Ev zayîn bû bingeha şoreşa Rojava, Rêveberiya Xweser û yekîtiya Gelan. Xeterî li ser vê zayînê heye hêzên hegomonîk dixwazin zayîna heqîqet û azadiyê têk bibin, ji ber vê dem dema azadiyê ye êdî bese ji jiyana bê Rêber APO re. Divê em Rêberê xwe ji aliyê fîzîkî ve rizgar bikin û têkoşîna xwe bi hêztir bikin. Bi minasebeta 4’ê nîsanê em weke Ciwanên Welatparêz ê Nisêbînê zayînê li Gerîlayên Kurdistanê û gelê Kurd pîroz dikin
Bijî Serok Apo!
Bê Serok Jiyan Nabê!”