NAVENDA NUÇEYAN- Bi boneya rojbûna Rêber APO (4’ê Nîsanê), gelê kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê yên li Bendava Tişrînê, şahiyek li dar xist.
Di şahiyê de şêniyê bi navê Firas Cuma axivî û got: “Mîlada Rêber APO mîlada gelên bindest e, ku ji gundê Amarayê dest pê kir û heta bi Bendava Tişrînê didome.”
Li aliyekî din jî şêniyê bi navê Îmad Ubêd ê ji kantona Tebqayê rojbûna Rêber APO pîroz kir û got feslefeya Rêber Apo rêya gelên li edalet û azadiyê digerin ronî kir.
Xalid Berkel ê ji Reqayê jî got: “Bi saya fikir û feslefeya Rêbertî em îro li vir in û li ber xwe didin. Rêbertî ji bo tevahî gelan ronahî ye.”
Her wiha bi navê xelkê Dêrazorê Newaf El Xelef jî got: “Em ji vir rojbûna Rêber APO pîroz dikin. Rêbertî, bi rêya belavkirina hezkirin, lêborîn û biratiyê, em ji zulm û cehaletê rizgar kirin.”
Dûre dayikên şehîdan mûm li ber wêneyên Rêber APO pêxistin û got azadiya Rêbertî azadiya tevahî gelan e.
Di dawiyê de diruşmên “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin.