TEPQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Tebqayê ji bo pîrozkirina rojbûna Rêber APO, konvoya erebe li dar xist.
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyan bi boneya roja 4`ê Nîsanê rojbûna Rêberê APO curbecur hatin organîze kirin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan bi beşdariya gelê herêmê û şêniyên Efrînê konvoya erebe organîze kirin. Beşdaran dirûşmeyên “Bijî Serok APO” qîr kirin û alên Rêber APO bilind kirin.