NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li Munster û li Mainz bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber APO dar çandin.
MÛNSTER
Li bajarê Elmanya Munsterê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger 76’emîn rojbûna Rêber APO hat pîrozkirin.
Bi boneya rojbûna Rêber APO ciwan, jin û zarokan dara zeytûnê çandin. Di şahiyê de paste hat birîn û piştre dîlana heleyê hat gerandin. Pîrozbahî bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “Rojbûna te pîroz be ey Serok APO” bi dawî bû.
MAÎNZ
Li bajarê Maînz ê Elmanyayê, ciwanên endamên TCŞ’ê (Tevgera Ciwanên Şoreşger) ji bajarên Maînz û Frankfûrtê hatin gel hev û rojbûna Rêber APO pîroz kirin.
Ciwanan bi dirûşma “Bijî Serok APO” şitil çandin.
Ciwanan diyar kirin ku wan çalakiya çandina şitilan weke çalakiyek watedar ku wateya rojbûna Rêber APO û destpêka jiyanê nîşan dide, li dar xistin.
Di heman demê de ciwanên endamên TCŞ’ê gotin, “Rojbûna Rêber APO weke bihareke nû kete dîroka Kurd û Kurdistanê. Ev roj ji bo gelê Kurd destpêka rojeke nû, jiyana azad û pêşerojeke ronî ye.”