REQA – Bi boneya rojbûna Rêber APO Meclîsa Jinan a Zenobîa li bajarê Reqa şahiyek li dar xist.
Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger û hemû rêxistinên jinan, rêxistinên civaka demokratîk û girseyeke qelebalix a gelê Reqayê beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê pakê şehîdan dest pê kir, piştre çend axaftin hatin kirin, di serî de li ser navê Meclîsa Gel a bajarê Reqayê Fehîme El-Casîm axaftinek kir û tê de got: “Dayikbûna Rêber APO, dayikbûna azadî û aştiyê ye.
Piştre bi pêşandana hespên Ereban û piştre komên muzîkê yên Navenda Çandê ya Navçeya Reqa û Kevena Zêrîn, dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana Îmraliyê” hat qirkirin.
Pîrozbahî bi gerandina govendên bi dawî bû.