TIŞRÎN- Koma 7’an a şêniyên ji kanotna Firatê (Kobanê, Eyn Îsa û Sirînê) vê sibehê ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ketibû.
Koma 7’an ku beriya çend kêliyan gihaşt bendavê, ji aliyê şêniyên ji Reqa, Dêrazor, Tebqa û koçberên ji Efrîn-Şehbayê ve hat pêşwazîkirin.
Koma 7’an a ji kantona Firatê dê îro çalakiya nobetê ji şêniyên ji Reqa, Dêrazor, Tebqa û koçberên ji Efrîn-Şehbayê dewr bigire.
Ji roja yekem a çalakiya nobetê ve ku li bendavê 8’ê Çileyê dest pê kiriye, ji kantona Firatê 7 koman nobet dewr girtiye.