VIYANA– Ciwanên PYD’ê û TCŞ’ê (Tevgera Ciwanên Şoreşger) ên li paytexta Awûstûrya Viyanayê hatin cem hev û 76’emîn rojbûna Onder APO pîroz kirin.
Piştî axaftinan sînevîzyona ku li ser jiyana Rêber APO hatibû amadekirin hate temaşekirin. Piştî sînevîzyonê ciwanan bi qîrîna dirûşmên “Bi Serok Jiyan Nabe”, “Rojbûna Te Pîrozbe Ey Serok APO” û “Ciwan Fedaî Rêber APO” bi coşek mezin 4’ê Nîsanê pîroz kirin.