BERLÎN- Bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber APO, endamên TekoJIN (Jinên Ciwan ên Têkoşer) ’ê û JXK’ê li Parka James Simon a li nêzî Katedrala Berlînê ya li paytaxta Elmanyayê çalakiyeke hevpar li dar xistin.
Di çalakiyê de jinên ciwan bi orîgamî kevok çêkirin û li qada qelebalix bi darekê ve daliqandin. Di kevokan de sloganên “Jin Jiyan Azadî”, daxwaz, hêvî û nivîsên ku ji nirxandinên Rêber APO tê de hene hatin daliqandin.
Her wiha pankarta ku li ser banga aştiyê ya Rêber APO hebû, hat daliqandin.
Jinên Ciwan diyar kirin ku ev çalakî ji bo banga aştiyê li kolanên Berlînê bînin ziman.
Jinên ji TekoJIN û JXK’ê bi gelek şeniyan re sohbet kirin û ji bo mîhrîcana çandê ya ku wê sibe li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Berlînê bê lidarxistin hatin vexwendin.