NAVENDA NÛÇEYAN – Jinên Ciwan a bajarê Şehba, Efrîn, Tebqa û Reqayê di çarçoveya 76emîn rojbûna Rêberê APO de hatin cem hev.
Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo pîrozkirina rojbûna Rêber APO bernameyeke dewlemend ji jinên ciwan re amade kir. Pêşî afîşek bi destan hat boyaxkirin. Piştre ji bo Rêber APO name hatin nivîsandin û xwendin. Paşê kurtefîlmek li ser jiyana Rêber APO hate pêşandan. Herî dawî ji bo ku girîngiya felsefeya Rêber APO ya ji bo azadiya jinên ciwan baştir were fêmkirin semînerek hat dayîn.