NAVENDA NÛÇEYAN – Mîlîsên Jin ên Roj û Agirî (MJAR) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kirin ku ji bo pîrozkirina 76. rojbûna Rêber APO li Wan û Geverê şahiyek li dar xistin.
Şervanan li Wanê gorên şehîdan ziyaret kirin û li goristana şehîdan jî şitil çandin. Hat diyarkirin ku li Geverê li gelek taxan şahî bi fîşekên hewayî hatin lidarxistin.
Endamên milîsê jî bi armanca şermezarkirina polîtîkayên rawestanê yên dewleta Tirk a dagirker a li hemberî pêvajoyê, malpera fermî ya Dadgeha Bilind jî hack kirin û li ser rûpelê li gel wêneyên Rêber APO “”ÖNDERLİĞE YAKLAŞIM SAVAŞ VE BARIŞ GERÇEĞİMİZDİR, ROJBÛNA TE PÎROZ BE EY SEROK ” hate nivîsandin.”
Daxuyanî wiha ye:
MILÎSÊN ME LI WAN Û GEVERÊ ROJBÛNA GELÊ KURD PÎROZ KIR
Bi pêşengiya milîsên me roja 4’ê Avrêlê li Wanê ji bo bîranîna cangoriyên ku di xeta rojê de xwe kiriye tîrêjek ji rojê û Di çarçoveya rojbûna roja gelê kurd de, li ser goristana pakrewan û cangoriyên vî gelî dar hatin çandin.
Her wiha di şeva eynî rojê de li Wanê ciwanên ku bi pêşengiya milîsên me tevger dike, bi bilind kirina posterên Serok APO û nameya ku Serok APO ji ciwanan re nivîsandiye hate xwendin, paş re bi dirûşmên “BIJÎ SEROK APO, JIN JIYAN AZADΔ û teqîna hewayî fîşekan Rojbûna Roja Gelê Kurd hate pîrozkirin.
Di şeva 4’ê Avrêlê de milîsên me li 4 taxên Geverê Rojbûna Roja Gelê Kurd pîroz kir. Li taşa eskî kişla, Cûmhûriyet, Orman û taxa Esentepeyê bi hewaî fîşek û meşaleyan pîrzbahi hat kirin. Her wiha di çar kolanên taxa Eskî kişlayê de wêneyên Serok APO hat xêzkirin.
dewleta tirk ku sozên daye, wê astengiyên li ser Rêber APO rakin û peşiya mafên wî vekin. Lê belê bi çi şêwazî ev soz nehatine cîh, hemû sazî û dezgehên wan li hember hemû bangawqziyan xwe ker û lal kirine. Li hember vê bêdengiye weke helwestekê, milîsên me di roja 4’ê Avrêlê de li hember malpera dewleta tirk ya Dadgeha Bilind (YARGITAY) çalakiyek weke hişyarî bi pêk anî. Di encama çalakiyê de, malper demdirêj hate desteser kirin û rûpela malperêyî serke de, dimen û sitrana li ser Serok APO tê xwendin hate weşandin. Tevî vê, di binê demanan de nivîsa “ÖNDERLİĞE YAKLAŞIM SAVAŞ VE BARIŞ GERÇEĞİMİZDİR, ROJBÛNA TE PÎROZ BE EY SEROK ” hate nivîsandin.”