NAVENDA NUÇEYAN- Di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” şevê din li Geverê bi meş, nivîsên ser diwara û fîşekên hewayî rojbûna Rêber APO pîroz kirin.
Di daxuyaniya der barê çalakiyê de wiha hat gotin, “Yekîneyên me yên 4’ê Nîsanê ku ji bo gelê me û mirovahiyê qonaxeke dîrokî ye, di bin her şert û mercî de soza xwe ya bi Rêber APO re anîn ziman. Em diyar dikin ku têkoşîna me wê bidome û em bang li her kesî û di serî de ciwanan dikin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk were, têkoşînê berfireh bikin.”