BEHDÎNAN- HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Garê şehîd bûne eşkere kir û got, “Em ê bi pêşengiya hevrê Doga û Eylul têkoşîna xwe bi ser bixînin û em soza xwe dubare dikin ku bibin layiqê bîranînên wan.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şehîdan ev tişt diyar kirin:
“Milîtanên Apoyî yên hêja û şervanên YJA Starê hevrêyên me Doga û Eylul di êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên demên cuda li ser herêma Garê pêk anîn de şehîd bûn. Weke hevrêyên wan em ê bi pêşengiya hevrê Doga û Eylul têkoşîna xwe bi ser bixînin û em soza xwe dubare dikin ku bibin layiqê bîranînên wan.
Hevrêya me Doga di demeke ku êrîşên qirkirinê pir zêde li dijî gelê me pêk dihatin de, bêyî teredut tevlî şerê hebûn û azadiyê yê gelê me bû. Bi cesareta xwe ya bilind û têkoşîna xwe ya fedayî, di demek kurt de bû milîtanek pispor. Hevrêya me piştî ku di çalakiyekê de bi giranî birîndar bû, agirê azadiyê yê di dilê xwe de hîn geştir kir û piştre çiyayên Kurdistanê dît, pê re bû yek û xeyala xwe ya zarokatiyê pêk anî. Hevrêya me Doga ziman, manewiyat û azadiya çiyayan heta her hucreya xwe hîs kir û her kêliya li van deran weke nemirî nirxand. Hevrêya me bi cidiyet, afirênerî û disiplîna xwe ya di nava xebatan de rêz û hurmeta hemû hevrêyên xwe qezenc kir û mîrateyeke têkoşînê ya ku nayê jibîrkirin, li pey xwe hişt. Weke hevrêyên wê em soza xwe dubare dikin ku bîranîna hevrê Doga her tim bidin jiyîn.
Hevrêya me Eylul welatparêziya Kurdistanê û şoreşgeriya Apoyî weke çandekê pejirand. Milîtanek bû ku felsefeya azadiyê ya Rêber Apo kir çavkaniya jiyanê ya esas. Hemû jiyana xwe fedayê têkoşîna azadiyê ya gelê me kir û weke milîtanek jin li her qadê û di her xebatê de bû sembola tevlîbûna bi fedekarî, dirûstî û bêhesab. Dilsoziya xwe ya ji bo şehîdan û Rêber Apo, ji hemû nirxan bi qîmettir dît û di her kêliyê de tevlîbûneke li gorî vê lêhêrbûna xwe raber kir. Hevrêya me Eylul qasî cesareta di şer de, bi dilnizmiya xwe ya di jiyana partiyê de û bû şervaneke YJA Starê ya ji hemû hevrêyên xwe re mînak. Hevrêya me Eylul têkoşîna xwe ya 12 salan a bi serketinan dagirtî, bi şehadetê tacîdar kir. Em ê bibin layiqê têkoşîna wê. Em ê teqez têkoşîna wê bigihînin serketinê, armanc û xeyalên wê pêk bînin.
Di serî de malbatên hêja yên ku milîtanên hêja yên mîna hevrê Doga û Eylul bi têkoşîna azadiyê ya gelê me dan qezenckirin, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û li ber bîranînên wan, bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe ditewînin.
Agahiyên derbarê hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:
![]() |
Nasnav: Doga Şîn
Nav û Paşnav: Binevş Altay Cihê Jidayikbûnê: Riha Navê Dayik – Bav: Uveyş – Selamî Cih û Dîroka Şehadetê: 11’ê Çileya 2025’an / Garê |
![]() |
Nasnav: Eylul Denîz Zagros
Nav û Paşnav: Evîn Îşbîlîr Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg Navê Dayik – Bav: Guzel – Halît Cih û Dîroka Şehadetê: 1’ê Sibata 2025’an / Garê |