HESEKE – Îro li bajarê Hesekê, li Navenda Çand û Hûner a Xabûr a taxa Miftî, bi boneya rojbûna 76’emîn a Rêber Apo, ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve şahiyeki ji bo zarokên şehîdan hat darxistin.
Şahî bi deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan destpêkir. Di serî de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan axaftinek hat kirin û rojbûna Rêber Apo hat pîrozkirin. Piştre, bi moral û heyecanekî xurt, bi helbest, stran û dîlanê şahiya xwe berdewam kirin.