FRANKFURT – Li Frankfurt ê bi pêşengiya Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) û bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Amara ji bo rojbûna Rêber APO moralek hat lidarxistin.
Pîrozbahî li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Frankfûrtê bi tevlîbûneke xurt pêk hat.
Moral piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir.
Nûnera Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê-PJAK’ê Zeynep Rojhilat axaftina despekir kir û rojbûna Rêber APO pîroz kir û got, “Îro rojbûna Serok APO ye. Rojbûna gel û gerdûnê ye.” Zeynep Rojhilat bi bîr xist ku 4’ê Nîsanê di heman demê de salvegera damezrandina PJAK’ê ye jî, diyar kir ku ev roja watedar ji aliyê gelê Rojhilat ve bi coşeke dualî hatiye pêşwazîkirin.
Piştî axaftinê dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “Rojbûna te pîroz be ey Serokê me” hatin qîrîn.
Di çalakiyê de jinên ciwan govend gerandin. Her wiha Koma Folklorê ya Jinên Ciwan ên Frankfurtê govend gerand. Her wiha sînevîzyona ku di salvegera 76. a Rêber APO de hatibû amadekirin hate pêşandan.