BERLÎN – Bi wesîleya rojbûna Rêber APO bi pêşengiya Jinen Xwendekar ên Berlîn (Xwendekarên Jin ên Berlîn), Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) û Junge Frauen Komuna Berlînê (Jinên Ciwan ên Komina Berlînê) li Navenda NavDem a Berlîn a Elmanyayê şahiyek hat organîzekirin.
Di şahiyek de naverokên çandî yên curbecur ên wekî performansa mûzîkê, axaftin û helbestên û koroya zarokan pêk hatin. Ji bo zarokan listoken rengîn hatin pêşkêşkirin.
Her wiha standa pirtûkan hate vekirin û kart hat çêkirin ku tê de ramanên li ser gotinên Rêber APO hatin nivisandan.
Pîrozbahî bi dareke sembolîk ji aliyê komên jinên ciwan ve hate çandin bi dawî bû û piştre bi hev re paste hate birîn.