NAVENDA NUÇEYAN- Bi dehan xwendekarên zanîngehên Sûriyeyê li pêşiya avahiya Wezareta Perwerdehiyê ya desthilata Şamê kom bûn û daxwaza betalkirina “Ezmûna Wetenî” ku şertê wergirtina bawernameya derçûnê ye, kir.
Xwendekaran diyar kir ku “Ezmûna Wetenî” bûye amûrek ji bo gendelî û bikaranînê. Her wiha xwendekaran destnîşan kir ku desthilata Şamê hîna jî sîstema perwerdehiyê ya rejîma Baas’ê dubare dike û xwendekaran neçar dike ku bikevin ezmûnekê ne girêdayî pîvanan. Xwendekaran diyar kir ku ew ezmûn ji bo xwendekaran astengî ye ku nikaribin bawernameyên xwe wergirin û kar bikin.
Her wiha xwendekaran got di sîstema ezmûnan a rejîma Baas’ê de torên gendeliyê hebûn û ew ezmûn bi dayîna pereyan dihatin derbaskirin.
Xwendekaran destnîşan kir ku wezîrê perwerdehiya bilind Merwan El Helebî bersiv neda daxwazên wan û nexwest pêşwaziya şandeyeke ji xwendekaran jî bike.