HESEKÊ-Îro Yekîtiya Jinên Ciwan di bin silogana ”Ji bo Azadiyê dem dema pêşengtiyê” li Hesekê mîtingek li dar xist. Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan ji hemû deverên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê berê xwe dan parka 4’ê Nisanê ya Hesekê. Piştî ku Rêber APO banga ”Aşitî û Civaka demokratîk” kir û taybet piştî ku peyam ji bo hemû ji ciwanan re şandibû, jinên ciwan jî bi coş û moralekê mezin banga Rêber APO pêşwazî kirin û soza xwedî lê derketinê bangê dan.
Mîting bi deqeyek rêzgirtin ji bo hemû şehîdên şoreşê û taybet ji bo şehîdên berxwedana Tişrînê despêkir. Piştî vê li ser navê Yekîtiya Jinên ciwan Bêrîtan Roj, berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê axivî.
Bêrîtan di despêkê axaftina xwe de rojbûna Rêber APO pîroz kir. Di heman demê de jî salvgera avabûna YPJ pîroz kir. Di axaftina xwe de diyar kir ku “Ger em behsa çareseriya Rojhilata Navîn dikin, ev rê di Îmraliyê de derbas dibe û tenê bi pêkanîna azadiya fizikî ya Rêber APO pêkanê.” Her wiha bal kişand li ser giringiya banga Rêber APO û carek din diyar kir ku jinên ciwan xwedî li vê bangê derdikevin û rola pêşengtî di avakirina civaka demokratîk de digrin li ser milên xwe.
Piştî vê bi berdavka Yekîtiya Jinên Ciwan ên Heremên Rizgarkirî Leyla Kobanê axivî. Di axaftina xwe de bal kişand li ser rola paradîgmaya Rêber APO ji bo hemû gelên heremê. Taybet ji bo avakirina Sûriyekê demokratîk fikrê netewa demokratîk xwedî rolekê diyarkere. Ji ber vê jî diyar kir ku xwedî derketina li banga Rêber APO di heman de jî erka jinên ciwan ên Ereb û yên hemû gelan e.
Endama Koordînasyona Kongra Star Gulistan Gulo jî axivî û got: “Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan ji bo hemû gelên herêmê rojeke dîrokî ye û ket dîroka Kurdistanê, ji ber ku ew roja azadî û aştiyê ye.”
Piştî vê mîting bi bernameya hûnerî dewam kir. Koma Strana ya Jinên Ciwan ên Reqa derketin û stran gotin. Piştê vê Koma Gersterk a Hilala Zêrîn Jî derket û stranên xwe pêşkeş kirin. Tîma Tekwando ya Jinên Ciwan ên Qamişlo derket û perfomansê xwe pêşkêş kir.
Mîting bi dîlan û sitaran dewam kir.
Peyama jinên ciwan li qada mitîngê: