KOBANÊ- Bi hezaran şêniyên kantona Firatê meşek ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dirûşma “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misogeriya civaka demokratîk e” meşiyan.
Meşê ji Qada Jina Azad a Kobanê dest pê kir û heta Qada Aştiyê dewam kir. Li wir deqeyekê rêz hat girtin. Hevserokê Desteya Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Mistefa Êto li wir axivî.
Mistefa Êto diyar kir Rojhilata Navîn di pêvajoyeke hesas re derbas dibe, yê ku dikare vê pêvajoyê bigihîne serkeftinê jî Rêber Apo e û got: “Rêber Apo ji bo azadiya tevahî pêkhateyan tê koşiya, divê em xwedî li felsefeya Rêber Apo derkevin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî tê bikoşin.”
Êto anî ziman ku gel daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dike û wiha got: “Rêber Apo dikare pirsgirêkan çareser bike, ev yek jî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dibe. Divê em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berxwedan û têkoşîna xwe xurttir bikin.”
Meş bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.