NAVENDA NÛÇEYAN – Mîtinga Yekîtiya Jinên Ciwan di bin silogana ”Ji bo azadiyê dem dema pêşengtiyê” li Hesekê pêk hat. Ji her alî ve Jinên Ciwan Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwestin xwedî li banga Rêber APO ya Aştî û Civaka Demokratîk derbikevin. Du ji van jinên ciwan ên bi navê Bêrîtan û Nadya jî beşdari mîting bûn û ji ajansa Nuçe Ciwan re axivîn. Her du jinên ciwan anîn ziman ku ew çawa dikarin xwedî banga Rêber APO ya ji bo ciwanan derkevin.
EM XWEDÎ LI NAMEYA RÊBER APO DERKEVIN
”Navê min Bêrîtan Roj, ez berdefka Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê me. Piştî ku Rêber APO peyama xwe ji bo jinên ciwan û ciwana rê kir, piştî ku li Bakûrê Kurdistanê ji bo pîrozkirina 4’ê Nisanê rojbûna Rêber APO meşekê direj li darxistin, di vir de nameya Rêber APO hat xwendin. Carek din ji bo jinên ciwan û ciwana perspektîf hat dayîn. Caekê din Rêber APO giringî da jinên ciwan û ciwana û diyar kir ku pêwistê çawa li gorî erk û berpirsiyartiyên xwe tevgbigerin. Çawa pêwistê xwedî li şoreşê ku li vir hatiyê despêkirin derkevin û çawa pêwistê em dikarin hemû jinên ciwan û ciwan ji koletî û bindestî xilas bikin. Ev perspektîfên ku me ji nameya Rêber APO girt in. Piştî ewqas sal carek din hevdîtin bi Rêber APO re çebûn, ev bi têkoşîna Rêber APO ya 27 salan pêkhatin. Di heman demê de jî bi têkoşîn û berxwedana jinê ku ji bo azadiyê her roj jiyan dike. Îro ji bo em xwedî li nameya Rêber APO derkevin, em pengavekê nû despê dikin. Di bin silogana ”Ji bo azadiyê dem dema Pêşengtiyê” de ye. Ev pengav me despêkir ji bo em xwedî li nameya Rêber APO derkevin û azadiya fizikî ya Rêber APO misoger bikin. ‘
DI BIN SILOGANA ”JI BO AZDIYÊ DEM DEMA PÊŞENGTIYÊ” EMÊ BIBIN BERSIV
”Navê min Nadya Yusif, endama meclîsa Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê me. Me wekê jinên ciwan nameya Rêber APO ji bo ciwan û jinên ciwan bi mîtingekê peşwazî kir. Wekê Jinên Ciwan ger em îro xwedî li fikr û felsefeya Rêber APO dernekvin, ger em di şexsê xwe de îradeya ku Rêber APO dixwaze di xwe de netşînin, vê demê em ticarî nikarin li ser linga bimînin û krîzên ku em tê de jiyan dikin, çi li ser asta Bakûr û Rojhilatê Sûriyê çi li ser asta Sûriyê be, emê nikaribin xwe jê xilas bikin. Li ser vê esasî wekê Jinên Ciwan, bi vê îradeyê û di bin silogana ”Ji bo azdiyê dem dema pêşengtiyê” emê bibin bersiv ji hemû êrîşên ku îro li ser şoreşa me tên kirin. Taybet li hemberî êrîşên dewleta tirk a dagirker emê bibin bersiv û li hemberî hemû êrîşan ku li dijî îradeya jin tên kirin. Her wiha emê bibin xilasî ji hemû jinên ciwan ku îro li Sûriyê rastî komkujî, taciz û tecawuzê tên. Emê bibin xilasî ji hemû jinên ciwan ku îro di bin desthilatdaria dewletê, ku bi hemû cûreyan êrîş li ser me dike, emê li ser vê esasî di bin vê diruşmeyê de xebatên xwe bidin meşandin. Heya dawî Jî wê peyama me ev be ku, heya ku em azadiya fizîkî ya Rêber APO mîsoger nekin, heya em wekê jinên ciwan hemû hevalên xwe, hemû xwişk û birayên xwe ku îro raste kuştinê tên xilas nekin, emê ticarî rehatî ji xwe re qebûl nekin. Emê 24 seatan, çi ji me were xwestin di nava çalakiyan de bin, heya ku me tecrûbeya ku me li vederê jiyan kir bikin malê hemû jinên ciwanên Sûriyê û Rojhilata Navîn.”