REQA – Nerazîbûn dijî kuştina jin ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Minbicê berdewam in. Li Reqayê Yekîtiya Jinên Ciwan û Yekîtiya Tevgera Xwendekaran derbarê bûyerên revandin, destavêtina li dijî jinan û kuştinê jinan daxuyanî dan.
Daxuyanî wiha ye;
“Wek Yekîtiya Jinên Ciwan û Yekîtiya Tevgera Xwendekaran a bajarê Reqayê em sûcên hovane wek kuştina û revandina jinan şermezar dikin. Di nav de bûyerên revandin, destavêtina li dijî jinan û kuştinê jinan ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li bajarê Minbicê hatine kirin, di bin sîwana tirkan de tên rêxistin kirin.
Em weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên hovane ku li dijî jinan pêk tên red dikin. Em bang li hemû jinan dikin ku li hemberî tundiya li ser jinan bi hev re xwe bi rêxistin bikin û qada têkoşînê xurt bikin.
Li dijî jinan em nahêlin ti tişt vîna me bişkîne. Em têkoşîna xwe mezin dikin, koletî û neheqiyê tu carî qebûl nakin. Jina ku azadiya dil û mejiyê xwe girtiye, wê venegere salên berê. Ji ber vê yekê em dibêjin her kesê ku dilê xwe dide azadiyê pêwîstî bi helwestek rast li hember kiryarên nemirovane yên li dijî
Jin nişan bide.”