NAVENDA NUÇEYAN- Navenda Ragihandinê ya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê nasnameya hevrêyê xwe şehîd Xeyrî Karker aşkera kir.
Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:
“Em hevalê xwe Xeyrî Karker bi navê xwe yê rast Serhat Nergiz ku di 26’ê Pûşpera 2024’an de dema li ser erka xwe di encama qezayekê de digihêje şahadetê bi bîr tînin. Em hevalê xwe Xeyrî Karker ku di oxira welatekî azad û serbixwe de gihaşt şehadetê bi hurmet û rêzdarî bîrtînin, di serî de ji bo malbata hêja ya Nergiz em sersaxiyê ji tevahî gelê xwe re dixwazin û di şexsê hevalê Xeyrî Karker de, soza xwe ya şopandina rêya şehîdan dûbare dikin.
Hevalê Xeyrî Karker ku li warê lehengan, li dilê Botan’a rengîn di nava malbateke welatparêz de di sala 1998’an de ji dayik dibe. Bi hesttên welatparêziyê mezin dibe. Lewra malbata xwe ji salên destpêkê de rêxistinê dinase û bi welatperweriya xwe ve tê nasîn. Hevalê Xeyrî ji zarokaniya xwe ve bi çîrokên qehremaniyê yê têkoşerên welatê xwe ve mezin dibe. Di nav salên xwe yên ciwantiyê de ji destanên şoreşa Rojava îlham digre û di temenek ciwan de dest bi lêgerîna xwe ya azadiyê dike. Her wiha Di pêvajoya şerê bajaran a ku YPS li Bakurê Kurdistanê girtî li ser milê xwe ji nêz ve şopand. Li bajarê Şirnexê pakrewanî, hevaltî û têkoşeriya Egîd û Zîlan’ên hemdem ji nêz ve dît û bandor bû. Ji milê din jî dîmenên qetliyama di jêrzemînên Cizîra Botan di dil û mejiyê hevalê Karker de tovên tolhildanê çand. Hevalê Xeyrî Karker ku ji nêz ve dibe şahidê kiryarên dewleta Tirk a dagirker, biryara tolhildanê digre û di sala 2019’an de li Bajarê Wanê berê xwe dide nava refên azadiyê.
Piştî tevlîbûna xwe şûnde bi pêşniyara xwe berê xwe dide qada cenga azadiyê ango Rojavayê Kurdistanê. Li vir tevlî rengên azadî, hevaltî û perwerdeyên rêxistinî dibe. Di heman sala tevlîbûyî de tevlî perwerdeya Şehîd Elî Çîçek dibe û li vir digihê hêza xwe ya ciwantiyê. Hevalê Xeyrî, sal bi sal bi tevlîbûna xwe ya têkoşîn û jiyanê dibe sedem ku kesayeta xwe şareza û bi vîn bike. Di hemû kêliyên jiyana xwe de bi berpirsyarî tev digere û dibe mînaka şoreşgertiya demê. Rêgeza; “Me bi ciwantî destpê kir û em ê bi ciwantî serbixin” ji bo xwe esas digre û di nava demeke kin de berpirsyariyên giran digire li ser milên xwe.
Ji Dêrika Hemko heta Girkê Legê, Qamişlo û Kobanê li seranserê Rojavayê Kurdistanê di nav xebatên komalên ciwan de kar û xebatên xwe bêrawestan didomîne. Bi exlaq, çand û xitabeta ji rêxistinê girtî dilê bi sedan ciwanan li rêxistinê germ dike û bi hev re berê xwe didin kar û xebatan. Lê hevalê Xeyrî, her dem ji bo eniyên şer xwe pêşniyar dike ku hêvî û hesretên salan ku di dilê xwe de mezin kirî pêk bîne. Ji boyî vê di sala 2020’an de tevlî perwerdeya Şehîd Mawa Tolhildan dibe. Heval Xeyrî êdî şoreşgerî, piralî û xwedî ceribîn e. Her wiha dilê wî ji bo her qadeke welat ku tola sedsalan rake lêdide. Di jiyanê de ji bo tevahî hevrêyên xwe dibe çavkaniya coş û kelecanê. Di jiyana xwe de bi disîplîn, di rêbazên xwe de pratîkbûnê esas digire û di çûyîna her erkekê de xwe û rêxistina xwe bi serkeftinê tacîdar dike. Di demeke kurt de, di jiyan û xebatan de dibe pêşeng û weke bayê li lûtkeya çiyayên azad bi lez tev digere.
Hevalê me Xeyrî Karker, di sala 2023’yan de bi pêşniyara xwe tevlî perwerdeya branşa sabotajê dibe. Di vê perwerdeyê de bi hemû hebûna xwe tevlî perwerdê dibe û dibe şagirtekî serkeftî. Bi sebr, meraq û kelecana xwe ya fêrbûnê ji akademiya sabotajê bi awayekî serkeftî derbas dibe û berê xwe dide qadên şer.
Hevalê me Xeyrî bi zanebûn û branşa xwe ya leşkerî di nav hêzên HRE’yê de cihê xwe digire. Ti carî dagirkirina Efrînê qebûl nekir. Bi sed hezaran şêniyên Efrînê li ber çavên wî koçber bûn. Heval Xeyrî ji bo azadiya Efrînê tevlî nava refên HRE bû.
Ji bo gelê Efrînê vegerin bajarê xwe wî roleke aktîf lîst. Bi hevalên xwe re gelek çalakiyan li dar dixe. Girêdayî herêmên ku HRE’ê lê dimîne, tevî hevalên xwe gelek çalakiyan lidar dixin û derbên giran li dijmin didin. Di van çalakiyan de bi taktîka xwe ya sabotajê bi dehan leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker tên cezakirin.
Hevalê me Xeyrî Karker, dema ser erkê xwe bû, di qezayekê de birîndar dibe. Hevrêyên wî bi lez û bez wî radikin û dikevin rêya nexweşxanê. Digihê nexweşxanê lê ruxmî hemû hewildanên bijîşkan hevalê me Xeyrî Karker di dîroka 26.06.2024’an de tevlî karwanên şehîdan dibe.
Li ser navê Hêzên Rizgariya Efrînê, di şexsê hevalê me Şehîd Xeyrî Karker de; em ji hemû şehîdên di oxira Kurdistaneke azad de gihaştine mertebeya şahadetê bi rêz û minetdarî bi bîr tînin û soza pêkanîna armanc û xeyalên wan didin.
Nasnameya rêhevala me yê şehîd wiha ye:
Nasnav: Xeyrî Karker Cûdî
Nav û paşnav: Serhat Nergiz
Navê dayikê: Ayşe
Navê bav: Sekvan
Cih û Dîroka Şehadetê: 26.06.2024’an.”