TEBQA – Xwendekarên Zanîngeha El Şerq bi Navenda Jinolojiyê çalakiyek bi dirûşma “Jin bi Rêbertî re ber bi azadiya xwe ve dimeşin” bi boneya 4’ê Nîsanê çalakiyek wêjeyî û hunerî li dar xist.
Çalakî li salona Zanîngeha El Şerq bi tevlêbûna Xwendekarên, nûnerên sazî û rêveberiyên jinan ên ji kantonên Reqa û Tebqayê hate lidarxistin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê helbestvan Sidîl Xelîl, Şêrîn Muslim, Fatima Henîde, Buşra El Mensûr û Mîdya Silêman helbest xwendin.
Di çalakiyê de sînevîzyoneke wêneyên Rêberê APO hate nîşandan, her wiha Koma Hêlîn Cûdî ya Hilala Zêrîn a Kantona Reqayê stran pêşkêş kirin.
Di dawiya çalakiyê de Navenda Jinolojiyê helbestvanên beşdar û endamên Koma Hêlîn Cûdî xelat kirin.