TEBQA- Jina ciwan a koçberê Efrînê ku li Tebqayê dijî, ragihand ku ji bo bersivdayîna bang û peyama dîrokî ya Rêber APO ya di 27’ê Sibatê de û peyama Rêber APO ji ciwanan re şandiye, ew tevlî fikir û felsefeya Rêber APO dibe.
Biryara beşdarbûna jina ciwan di nava ferdên malbata wê de bi moraleke mezin hat pêşwazîkirin.
Malbata ku bi bernameyekî moralê xatir ji keça xwe xwest, diyar kirin ku ev biryara ku hatiye dayîn cihê rûmetê ye.
Bernameya ku bi dehan kes beşdar bûn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Jina ciwan a ku biryara tevlîbûnê da got, “Heta ku Rêberê me di zîndanê be welatê me nikare azad bibe. Ji ber vê yekê ez radigihînim ku ez tevlî fikir û felsefeya Rêber APO dibim. Ez soz didim xeta Rêberê APO, şehîdan û gerîlayên serê çiya re.” Jina ciwan a ku navê xwe kir Asya Efrîn, diyar kir ku ew ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî şer bike, tekoşîn bimeşîne.
Li ser navê malbata jina ciwan jî bavê wî axivî û got, “Em weke bûka Kurdistanê, keça xwe diyarî fikir û felsefeya Rêber APO dikin.”
Bernameya moralê bi stran, govend û dirûşmên “Bijî Serok APO” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.